LAHOR ŞÊX CENGÎ Û MEHMÛD SENGAWÎ SEDEMA BILINDBÛNA BIHAYÊ XAZÊ NE

LAHOR ŞÊX CENGÎ Û MEHMÛD SENGAWÎ SEDEMA BILINDBÛNA BIHAYÊ XAZÊ NE

Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê, îro ragihandinek li derbara blindbûna bihayê xazê li her yek ji bajarên hewlêr û Duhokê weşand û têda gotiye: “bi sedema rêgirîya hinek kesên baladest li sînorê Germîyan û Silêmaniyê, bihayê xazê bilindbûye”.

Piştî li rojên bûrî bihayê xazê li hewlêr û Duhokê bilindbûy û welatiyan nerazîbûnên xwe diyar kirî, îro Berdevkê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê zelal kirinek li derbara wê pirsê ji bo raya giştî weşand.

Cotyar Adil Berdevkê Hikûmeta Başûr dibêje: “hinek kesên bala dest li sînorê Germîyan û slêmanyê bûne sedema bilindbûna bihayê xazê li hewlêr û Duhokê”.

Her wiha dupat kir, li gel destbikarbûna kabîneya 9emîn ya hikûmetê, wek berisvek ji bo daxwazyên rewa yên welatiyan di encam dana çaksaziyê û zelaliyê di karên Hikûmetê da, biryar hatîye dan ku hebestên şirketa di çarçûvê yasayê û rênimayan da û li gor piroseya bi tender kirinê be.

Hikûmeta başûr: wê rê li Mafia yan bigirîn

Di vî çarçûvê de û bi taybet di pirsa veguhastna xazê de ji şirketa “dane Xaz” ji bo parêzgehên herêma başûrê kurdistanê ku ji aliyê şirketa destnîşan krî ve hatbû monopol kirin, lê piştî bûye tender û bi şirketeke din hatîye dan, hinek kesên bala dest li sînorê Germîyan û Silêmaniyê rêgrî kirîye û weke kareteka fişarê rê nedin behra xazê ya Hewlêrê û Duhokê wek pêdvî bigehe, ev jî bûye sedema bilindbûna bihayê xazê li van du parêzgehan.

Berdevkê Hikûmetê her wiha dest nîşan kir, wan kesan li do rojên bûrî bi hêzeke çekdar ve çûne ser şirketa tender bo keftî û rewş zêdetir aloz kirîye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê li dumahiya ruhin kirina xwe dibêje: “zêdebarî haydar kirina welatiyan, em wan dil tena jî dikîn ku Hikûmet ji gavên xwe yên çaksaziyê paşve venagere û hemû rêkên yasayî dê werin bikar anîn ji bo ku rê li mafia yan bihêt girtin”.

Polat şêx cengî û dije tîrora YNKê Xwedîyê şirketa xazê revandiye

Li rojên rabûrî bihayê êk lêtra xaza şil ji 260 dînaran bo 500 dînaran blindibûye, ev jî piştî ku hkûmeta başûrê kurdistanê hevbesta şirketa “Goldin Cagwar” ya veguhastna xazê bi dumahî anî û tendera veguhastinê daye şîrketeke din bi navê “Sor Gaz”.

Li gor çavkaniyên Darka Mazî ku ji berpirsek bala dest ê YNKê wergirtine, şirketa “Goldin Cagwar” ya kesekî ye bi navê “Şêrwan” ku Nişteciyê bajarokê Çemçemale û şirîkê “Polat Şêx Cengî” yê birayê Lahor Şêx Cengî ye, 33% ji vê şirketê pişkên Polat Şêx Cengî ne.

Hikûmeta başûr tendera veguhastina xazê ji şirketa “Goldin Cagwar” daye şirketa “Sor Gaz” ku xwedîyê wê kesek berniyase û bi “şêx Bekir Seyîd Gole” tê bi nav kirin û biryar bû li 31 meha bûrî dest bi kar bibe, lê belê Polat şêx cengî peywendî pê kirîye û jêre gotiye ku pêwîste ew jî bi heman awayê şirketa Goldin Cagwar şirîkê wî be.

Piştî Seyîd Bekir xwedîyê şirketa nû tender bo keftî,daxwaza Polat Şêx Cengî ret kirî bike şirîkê xwe, ew û hejmarek ji stafê şirketa wî ji aliyê hêzeka dije terora YNK hatine revandin û eşkence dan û bi wê egerê ew hêze rê nadet Xaz bigehe Hewlêr û Duhokê.

Lahor şêx cengî û Mehmûd Sengawî rê nadin Xaz ji bo Hewlêr û Duhokê biçe

Piştî kêm bûn û gran bûna bihayê xazê li her du bajarên Duhok û Hewlêrê li başûrê kurdistanê, pêleke mezin ya nerazîbûnên welatiyan li dûv xwe anîn bi taybetî di torên civakî de, ev yek bo eger ku Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek zelal kirina li ser vê pisgirêkê bide.

Li gor zanyariyên pêgeha Darka Mazî ku ji çavkaniyeke taybet di nav Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê de bi dest xwe xistine, kesên ku nahêlin Xaz bigehe Duhokê û Hewlêrê, baleke xwedî desthilate di nav YNKê da, bi taybetî şêx Lahor û Mehmûd Sengawî.

Wê çavkaniyê bi pêgeha Darka Mazî re ragihand, piştî ragihandina pirojeya çaksaziyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, berjewendiyên hinek kesan ketîne bin xeterê, Lahor û Sengawî jî du ji wan kesane yên ku berjewendiyên wan yên taybet ketîne di xeterê de û her ji ber vê yekê dixwazin alozîyan dirist bikin daku rêgirîyê li himber çaksazîyan bikin û bikarin berjewendiyên xwe yên taybet biparêzin.

Pustên heman beş