YEK KUŞTÎ Û YEK WINDA BÛYÎ DINAV KOLBERÊN SEQIZÊ DE

YEK KUŞTÎ U YEK WINDA BÛYÎ DINAV KOLBERÊN SEQIZÊ DE

Lêgerîn ji aliyê tîmên hewarhatina Heyva Sor û xelkê ji bo dîtna wî Kolberê ku piştî berf û mij û moranê li bilnadahiyên çiyayên bajarê Seqizê winda bûye beredwamin. Duh jî Kolberek kurd ê 50î salî li van bilindahiyan bi sedema sir û seqemê qerisî û canê xwe ji dest da.

Li gor axaftina Mihemedbaqir Mihemed rêveberê heyva sor ya bajarê kurdistanê li Rojhilatê welat, duh sê gropên kolberan ku hemû dibûn 23 Kolber li bilindahiyên pirr berf ên Serşîvê berze bibûn hemû hatîne dîtin û di rewşeke başdane.

Lê berevajî li gor axaftinên Kamil Kirîman fermandarê taybet bajarê Seqizê ti zanyariyek li ser du kolberên berze bûyî nîne nîne herçend çavkaniyên lokalî û ne yên fermî xeber daye ku heval û malbatên wan ragihandiye “ew bi selametin û jiber rewşa xirab ya seqa di cîyekî bi ewlehî de mane”.

Babeta kolberan li Îranê bi taybetî li bajarên hev sînor yên Kurdistana Rojhilat digel Kurdistana Başûr di van salên dawyê de bûye babetk herî germ di nava çapemeniya navdewletî bi giştî û çapemeniya lokalî bi taybetî.

Kolberên kurd, behra pitir kalayên weke Parçe Qumaş, Cxare, Tov Ça û Amorên Eliktirîkî yan bi pişta xwe yan li ser pişta dewaran li çiyayên asê yên kurdistanê li sînorê dinavbera Rojhilat û Başûr vedguhêzin.

Her sala hejmarek ji kolberan di vê rêyê de, ku bi take rêya xwedî kirina malbatên wan tê zanîn canê xwe ji dest didin, Kolber rastî xetereyên pir mezn weke rêyên asê yên çîya, teqîna teqemeniyan li ser sînor, xetereya gulle yên pasdarên îranî yanjî berf û mij û moranê û hinek caran xetere ya heywanên dirinde dibin.

Bêkarî, hejarî û nedarî li Rojhilatê Kurdistanî sedema sereke ya kolberiyê ye.

Tê zanîn ku heyv û nîvan pêş niha jî du ciwanên kurd jiber sedema reniya berfê canê xwe ji dest dabû.

Pustên heman beş