KURDISTAN DAXWAZIYEKE GIRÎNG JI ÎRAQÊ DIKE

KURDISTAN DAXWAZIYEKE GIRÎNG JI ÎRAQÊ DIKE

Encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê îro bi serpiriştiya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma kurdistanê civîya û peyameke herî girîng ji bo Îraqa fedral şand.

Îro roja duşemî 3/2/2020an encûmena wezîran civîna xwe ya asayî sazkir, Nêçîrvan barzanî serokê herêma kurdistanê serperiştiya civînê kir, rewşa navxwe û Îraqê û çendîn pirsên gring têde bas kirin.

Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo gavên çaksaziyê yên Hikûmetê diyar kir û daxwaz kir bê cudahî xizmeta tev wilatîyên başûrê kurdistanê bihêt kirin.

Li derbara rewşa Îraqê de got: “herêma kurdistanê wê harîkar be ji bo ku Îraq ji vê rewşê derkeve”.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî Serok Wezîrên Herêma Kurdistanê daxwaz kir, hikûmeta nû ya Îraqa fedral li ser binemayê destûrî pabendî wan lihevhatina bibe ku di navbera hewlêr û Bexdayê de hatîne encamdan.

Pustên heman beş