PKK’Ê EŞQ Û EVÎNIYÊ JÎ QIRÊJ DIKE

PKK’Ê EŞQ Û EVÎNIYÊ JÎ QIRÊJ DIKE

Bila evîndar haydarî xwe bin

Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) çi rê nemane ku ji bo xapandina ciwanên Kurd bi kar ne anî, herî dawî jî rêyeke pir qirêj ku mirov bi t awayekê nikare têhizrînê têde bike bikar aniye, ew rê jî ‘eşq û evîne.

Darka Mazî wê serpêhatiya bûyereke rast ji bo we vedguhêze ku li hefteya rabûrî roja 29/1/2020an li sînorê parêzgeha Duhokê rû daye, ev bûyer evîna xortekê navçeya Berwariya vedguhêze kanê PKK’ê bi t awa ew kirîye armanc piştî hevala wî weke xefik bi kar anî.

Li êvara roja çar şema rabûrî 29 Kanûna duyemîn a 2020an, xorteke 29 salî xelkê gundê Siyarê li navçeya Berwarî Jêrî bi navê ((M,H)) ku di xwest li êvara wê rojê digel hevala xwe derkeve û biryar dan biçin nêzî gundê Bêbadê li sînorê navçeya Çemankê.

Wî xortî û hevala xwe TAX girt û ber bi gundê Bêbadê bi rê ketin û pêş gihiştinê, ‘erebeya wan ji aliyê giropeke gerîlayên PKK’ê ve tê rawestandin.

Gerîlayên PKK’ê, piştî çendîn pirsyaran demance lê kêşayne û êrîş kirine ser wî xortî û ew û şofêrê TAX pirr êşand.

Paş vê yekê gerîlayên PKK’ê lastîkên ‘erebeya wan pençer dikin û ew wî xortî digel xwe dibin.

Malbata xortê ku PKK’ê ew revandîye diyar kir ku ger PKK korê wan nevegerîne, ewê tola xwe vekin.

Li gor zanyariyên taybet yên pêgeha Darka Mazî ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo me hatîne şandin, eşkere bûye ku PKK’ê tenê xort revandîye!!

Partîya Karkerên Kurdistanê hemû rê ji bo xapandina ciwanên Kurd bikar anîne, ev care jî alavek din ê qirêj li ferhenga xwe zêde kir ku em dikarîn bi pîs kirina ‘eşqê nav bikîn.

PKK’e dixwaze çewa eşq û evîn di nêvbera gerîlayan de heram kiriye, her bi wî away di nava xortên Kurdan jî heram biket.

Pustên heman beş