AMERÎKAYÊ JI BER VÊ SEDEMÊ ROLA BARZANÎ SIPAS KIR

AMERÎKAYÊ JI BER VÊ SEDEMÊ ROLA BARZANÎ SIPAS KIR

Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê îro li gel balyozê Amerîkayê li Îraqê civîya, pêşhatên herî dawî yên Îraqê û navçeyê nîqaş kirin.

Roja çarşemî 05.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew Toller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê hate nirxandin. Her wiha tîşk xistin li ser piroseya siyasiya Iraqê û raspardina Serok Wezîrê nû yê Iraqê û tekez li ser çareserkirina kêşeyan û bi deng ve hatina daxwaziyên xwepêşanderan û aramiya Iraqê kirin.

Li beşeke din a vê civînê de di derbarê paşaroja gelê Kurd li Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Amerîka li Iraqê rola Serok Barzanî li nêzîk kirina aliyên Kurdî yên Sûriyê de bilind nirxand.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîka û hemahengiya berdewamiya di navbera her du aliyan kirin.

Pustên heman beş