DÎSAN LI WANÊ DI KARESATA AŞÎTÊ DE 33 KES MIRIN, 53 KESÊN DIN JÎ BIRÎNDAR BÛN

DÎSAN LI WANÊ DI KARESATA AŞÎTÊ DE 33 KES MIRIN, 53 KESÊN DIN JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li Bahçesaraya navçeya Wanê di duyemîn karesata aşîtê de 33 kesan canê xwe ji dest da ku di nava wan de hêzên ewlekariya Tirkiyê jî hene.

Li Wanê di navbera navçeyên Bahçesaray û Çatakê de di nava 24 demjimêran de cara 2yan aşît ketiye.

Hat destnîşankirin ku îro demjimêr 12.02yan bi ser ekîbên ku xebatên rizgarkirinê birêve dibirin, dubare aşît ket.

Li gorî zanyariyên Pêgeha Darka Mazî di bûyerê de 33 kesan canê xwe ji dest daye û 53 kes jî birîndar bûne. Di nava wan de hinek hêzên ewlekariyê jî hene.

Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu der barê şepeya li Bahçesaraya navçeya Wanê de wiha daxuyand: “ji 30 kesan zêdetir tîmên lêgerîn û xilaskirinê, wilatîyên me, gundparêzên me, cendirmeyên me û tîmên Umkeyê hatin xilaskirin, ew rakirin nexweşxaneyan.”

Pustên heman beş