Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê û rêberê Gelê kurd peyamek li derbara rewşa dawyê ya Îraqê weşand û got: “dixwazîn Hikûmeta Fedral bi erkê xwe rabe û rêgirîyê li xwîn rêştinê bike”.
Ev jî naveroka peyama Barzanî ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Gelek dilgiranîn li pêşketinên tundî û rûdanên xwîniyên çend rojên derbasbûyî yên li Bexda û Necefê û gelek bi tundî şermezariya xwînrêhtin û kuştin û bikaranîna tundutîjiya dijî xwepêşanderan dikîn.
Daxwaz dikîn Hikûmeta Îraqî û dam û dezgehên fermî û peywendîdar erkên xwe yên li rêgirtina xwînrêhtin û parastina canê hemwelatiyan û xwepêşanderan bi cîh bikin. Pêwîste aliyên siyasî jî ji bo gihîştina çareseriyê, bi zimanê eqil û mentîq muamele li gel vê qeyrana kûr de bikin ku rû li Iraqê girtiye.
Her ji vir ve piştevaniya xwe ji bo daxwazên rewayên xwepêşanderan û hemwelatiyan dupat dikîn û serxweşiyê li kesukarên qurbaniyan û şehîdên rûdanên vê dawiyê ya Iraqê dikîn û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Mesûd Barzanî
06.02.2020