AMERÎKA LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ KAREKÎ GIRÎNG DIKE

AMERÎKA LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ KAREKÎ GIRÎNG DIKE

Wîlayetên Yekbûîy yên Amerîkayê, biryar daye bingeheka serbazî ya mezin li Rojava Kurdistanê ava bike, ev wê yekem bingeha serbazî be, piştî vekşandina hêzên Amerîkî ji Rojava ya wilat.

Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê, arteşa Amerîkayê niha karî li ser danana bingeheka serbazî li bajarê Hsekê yê rojava Kurdistanê dike, hêzên Amerîkî dest bi ava kirina bingeha nû ya serbazî li taxa Guwêrana ya bajarê Hesekê kirine.

Çavkaniyan dest nîşan kir, cihê ku hêzên Amerîkî bingeha xwe lê ava dikin, berê bingeha berevaniyê ya Rêveberiya Xweser bû.

Avakirina bingeha serbazî ya Amerîkî li Hesekê li demekî ye, pêştir û bera êrîşa arteşa Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê, Amerîkayê hêzên xwe ji Bakurê Sûriyê vekşandibûn.

Lê li vê dawiyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletê hêza zêdetir dişînin Rojava Kurdistanê û navçeyên di destê Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê de û caran gerên çavdêriyê dikin.

Pustên heman beş