Arteşa Tirkiyê û hêzên girêdayî wê li Bakurê Kurdistanê operasyonek li sînorê Erzerûmê pêkanî û berpirsê PKK’ê yê serhedê berteref kir.
Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Bakurê Kurdistanê, îro roja şemî 8/2/2020an hêzên Cendirmeyan û polîsan operasyonek li sînorê parêzgeha Erzerûmê ya Bakurê Kurdistanê pêkanî.
Di operasyonê de berpirsê PKK’ê yê navçeya Serhedê bi navê “Umer Oran” û bi kod navê “Bager” hat berteref kirin.
Arteşa Tirkiyê di vê derbarê da eşkere kir, “Bager” di lîsta gewir ya daxwaz kiriyan de bû û berê xelat ji bo kuştina wî hatibû dest nîşan kirin.