YNKê sîstema hevserokatiyê pejirand
Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê îro civîya û ji bo serokatîya partîya xwe, sîstema hevserokatiyê pejirand, ew sîstema partîya karkerên kurdistanê PKKê û partîyên girêdayî wê pê dihên nasîn.
Encûmena serkirdatiya giştî ya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê “YNKê” îro roja şemî 8/2/2020an civîya û di civînê de, sîstema hevserokatiyê ji bo serokatîya YNKê bi piraniya dengan pejirand.
Medyaya YNKê ev çende belav kir, lê belê eşkere nekir ku çend kes ji bo hevserokatiya YNKê namzedin.
Encûmena giştî ya serkirdatiya YNKê di civîna xwe ya îro da, çi biryarek neda ku wê hevserokan cêgîr hebe yan na û bi tenê erk û berpirsyariyên hevserokên partiyê nîqaş kirin.
Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê li 21 dîsambera sala 2019an kongreya xwe ya 4an encam da, di kongreyê da encûmena giştî ya serkirdatiyê hat dest nîşan kirin ku 118 kesin, her wiha biryar da ku ev encûmen bi erka dest nîşan kirina serokê YNKê li demekê paştir rabe.
Her çend ku di dema kongirê de dengoya wê yekê hebû ku d. Berhem Salih serokatîya YNKê ji bo qonaxa bihêt bike, lê belê hejmareka navên din hene hêşta yekla nebûne.
Sîstema hevserokatiyê ji bo birêve birina partîyên siyasî yên kurdî, sîstemeke nû nîne, belku ezmûneke li destpêkê partîya karkerên kurdistanê PKKê piştî desteser kirina ‘Ebdulla Ocalan rêberê PKKê peyrew kir, piştre û bi taybet li Bakurê Kurdistanê partîyên sîber û nêzî PKKê ew sîstem ji bo xwe hilbijart.
Her wiha li Rojavaya Kurdistanê jî partîyên girêdayî PKKê weke partîya Yekîtîya Demokratîk PYDê ev sîstem ji bo xwe dest nîşan kir.