PÊŞMERGE OPERASYONEK LI DIJÎ DAIŞ’Ê PÊK ANÎ

PÊŞMERGE OPERASYONEK LI DIJÎ DAIŞ’Ê PÊK ANÎ

Hêzên pêşmergeyên kurdistanê îro sibê li sînorê Germîyan operasyonek li dijî terorîstên DAIŞ’ê pêk anîn û di encamê de pêşmergeyek bi sivikî brîndar bû.

Cêgirê fermandarê hêzên pêşmerge li Germîyan qareman Kemal Diyar kir ku îro yekşemê 9ê Şiwatê li herêma Germîyan û derdora wê operasyoneke berifreh li dijî çekdarên rêkxirawa terorîstî ya DAIŞ’ê pêk anîn û got: “operasyon li ser daxwaza xelkê navçeyê bûye.”

Qareman Kemal ev yek jî eşkere kir ku hêzên pêşmerge di wê operasyonê de rûbrûyê çekdarên DAIŞ’ê bûne, lê çekdarên DAIŞ’ê reviyane û navçe bicîh hiştine.

Herwiha qareman Kemal Diyar kir ku bi sedema bombeyekê ku pêştir hatbû danan û bi hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ve teqîya di encama wê teqînê de pêşmergeyek brîndar bû, lê birîneke sivike û metirsî li ser canê wî nîne.

Cêgirê fermandarê hêzên pêşmerge li Germîyan amaje bi wê yekê kir ku liv û tevgera çekdarên DAIŞ’ê li navçeyê zêdetir bûne û ew operasyon li ser daxwaza xelkê herêmê hate encamdan.

Pustên heman beş