Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê îro li gel aliyên siyasî û firaksyonên Kurdistanî li perlemanê Îraqê kom bû, yekxistina helwesta aliyên siyasî, pêşhatên siyasî li Îraqê û hengavên pêkanîna hikûmeta federal gotubêj kirin.
Di baregeha serokatiya Herêma Kurdistanê de li Hewlêr, bi serperiştiya Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna herdû cêgirên serok, civîna hevpişka aliyên siyasî, cêgirê serokê Parlimena Îraqê û Firaksyonên Kurdistanî di Perlemana Îraqê de hat encam dan.
Di civînê de, rewşa Îraqê û hengavên yekxistina helwêsta aliyên siyasî, Firakisyon û saziyên fermiyên Herêma Kurdistanê bo çawaniya reftar kirinê li gel pêşhatên qada siyasiya Îraqê û Kurdistanê, her wiha gotûbêj derbarê gavên piraktîkî ji bo pêkanîna hevpeymaniya Kurdistanî hatin gengeşe kirin.
Piştî gotbêjan, nerîn veguhertinê û têbîniyên firaksyonên Kurdistanî li derbarê çawaniya reftar kirinê li gel saziyên fedralî li Bexdayê û behs kirina nexşerê ya reftar kirinê li gel pêşhatên Îraqê, tevaya aliyan kok bûn li ser wê yekê ku pêwîste bi yek helwestî reftar li gel tevaya pirsan bihêne kirin û hengavên piraktîkî jî bo pêkanîna hevpeymaniyê û peyreweka giştgîr jî bo bihêt amade kirin ku cihê pesind kirina tevaya firaksyonan be.
Civînê bi giringî ve, rewş û pêşhatên Îraqê xistin di gengeşeyê de û tekez li ser pêwîstiya vegerandina aramiya ewlehî ji bo wilat û bikar neanîna tundûtîjiyê dijî xwenîşanderên sivîl kir.
Tewereka din ya civînê, hengav havêtin ji bo pêkanîna kabîne ya ayînde ya Hikûmeta Îraqê. Derbarê evê yekê jî aliyên amade kok bûn li ser wê yekê ku berjewendiyên bilindên Herêma Kurdistanê, parastina qewareya destûrî û siyasî ya wê û mafên destûriyên gelê Kurdsitanê û deverên Kurdistanî yên derve ya rêveberiya Herêma Kurdistanê, binema ya sereke û hevpişka aliyên siyasî dibe.
Her gavek jî bo pêkanîna kabîne ya nû bi hevahengî di navbera aliyên siyasî û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê dibe bi awayekê ku mafên Herêma Kurdistanê têde paraztî be û tevaya aliyên pişikdar pişikdar pişikdarî ya kar hebin di duristkirina biryara hevpişik.