MESRÛR BARZANÎ JI BO ROJAVA KURDISTANÊ DAXWAZÎYEKÊ JI LAVROV DIKE

MESRÛR BARZANÎ JI BO ROJAVA KURDISTANÊ DAXWAZÎYEKÊ JI LAVROV DIKE

Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, îro li gel wezîrê karên derve yê Rûsya federal civîya û daxwaz jê kir ku çareseriya doza kurdên Rojava Kurdistanê bihê kirin.

Li perawêza beşdariya xwe li korbenda ewlehîya navneteweyî li Munchenê, îro roja şemî 15/2/2020ê Mesrûr barzanî serokê Hikûmeta başûrê kurdistanê, li gel Sêrgî lavrov wezîrê karên derve yê Rûsya federal civîya.

Mesrûr barzanî li ser hesaba xwe ya twitterê nivîsandîye: “me dupatî li aram kirina rewşa navçeyê bi taybet li sûryê kir, min daxwaziya xwe ji bo Rûsya dupat kir ku navgîniyê ji bo çareser kirina pirsên aloz yên Sûriyê biket bi li berçav girtina mafên hemûyan bi Kurdên Rojava ya Kurdistanê ve”.

Korbenda ewlehiya navneteweyî ya Munchenê duh roja înî 14/2/2020ê gera wê ya 56ê dest pê kir, di korbenda îsal de pêtir ji 500 kesatiyên biryar bi dest yên cîhanê têda beşdarin, li van du rojan gotubêjên serkirdeyên wilatan li derbara qeyranên niha rû bi rûyê ewlehiya cîhanê dibin, bi taybet ew xeterên li ser Ewropa û wlatên rojava hene.

Pustên heman beş