WEZÎRÊ PARASTINA NETEWEYÎ YA AMERÎKAYÊ: MEŞQA PÊŞMERGE DÊ BERDEWAM BE
Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên Îraqê û navçeyê li gel wezîrê parastina neteweyî ya Amerîkayê gotubêj kirin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper dest nîşan kir Amerîka li hember rêxistina terorê ya DAIŞ’ê û êrîşên terorê wê alîkariya ji bona Herêma Kurdistanê bidomîne.
Serok wezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê bajarê Almanyayê bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ra hat bal hev.
Li gor daxuyaniya ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê Barzanî ji bona Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya 56emîn li Almanyayê ye bi Esper ra civîya û civîn ji çapemeniyê ra girtî bû.
Hat dest nîşan kirin Esper di hevdîtinê da Herêma Kurdistanê li herêmê wek hevpeymaneke girîng ya Amerîkayê pênase kir û got ku Amerîka li hember rêxistina terorê ya DEAŞ’ê û êrîşên terorê wê perwerde û alîkariya ji bona hêzên Pêşmergeyan bidomîne.
Li gor agahiyan Barzanî jî diyar kir hevkariya Amerîka û Herêma Kurdistanê ji bona ewlehiya Iraq û herêmê girînge.
Barzanî duh jî bi Wezîrê Karên derve yê Amerîkayê Mayk Pompeo û Wezîrê Vejenê yê Amerîkayê Dan Brouîllette ra hatibû bal hev.
Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya 56emîn (MSC 2020) ku pilatformeke muhîm ya dinyayê ye duh dest pê kiri bû.