ÎRANÊ 3 XORTÊN KURD BIDARVEKIRIN

iran kurd

Komara Îslamiya Îranê cezayê bidarvekirinê li ser 3 xortên din yên Kurd li girtîgeha merkezî ya Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bicîkir.

Li gor rêxistina Hengaw ya mafên mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha merkezî ya Kirmaşanê, cezayê bidarvekirinê li ser 3 xortên din yên Kurd hatiye bicîkirin ku Rejîma Îranê demeke ew bi sûça kuştina bi enqest desteser kirbûn.

Hengawê dest nîşan kir, cezayê wan li 5 vê mehê hatiye bicîkirin û ev her sê xortên Kurd, ji Kirmaşanê ne, yek ji wan bi navê “Birzûr Mihemedî” temen 28 sal û yekê din bi navê “Şehab Nadirî” temen 22 salî ye.

Nasnameya kesê 3an ku hatiye sêdare kirin, heta niha eşkere nebûye.

Pustên heman beş