Xelkê bajarê Qamişlo ji heyama 15 rojan ve gazinan ji tunebȗna mazot ȗ xazê dikin, bêy ku ev kirîz were çareser kirin.
Hin welatî dibêjin ku ji sala 2011an ȗ ta roja îro ev rewşa waye, herwiha bang li kesên berpirs dikin ku sûtemeniyê ji wan re peyda bikin.
Tunebȗna mazotê ȗ xazê bûye çîroka rojane ya xelkê bajarê Qamişlo .Ji heyama nêzî 15 rojan ve bajêr di kirîzeke sûtemeniyê de derbas dibe bêy ku aliyên berpirs çareyekê ji vê kirîzê re deynin .Gelek mal ȗ jiber tunebȗna mazotê sopeyên wan pênakevin , herwiha hin malbat xwarina xwe li ser papor yan jî li ser agirê daran çêdikin.
Rêveberiya Desteya Sûtemeniyê dide zanîn ku hejmara mezin ya neşticiyan sedema vê kirîzê ye ku nêzî 70 hezar malbat ji bilî penaberan li bajêr dijîn.
Tevî ku 70% ji petrola Sûriyê, li devera Rojavayê Kurdistanê ye , lê piştî sala 2011an sûtemenî nemaze mazot ȗ xaz li Rojava kêm bûye û welatiyên Rojava gelek zehmetiyan di warê peydakirina sûtemeniyê de dikşînin, bi taybet di werzê zivistanê de.