Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, amadekariyên temam ji bo rêgirtinê li hatina vayrosa Korona yê (COVID-19) kirîne, piştî ku li komara îslamîya Îranê belav bûy.
Lijneya blind ya berhingarbûna vayrosa Korona yê li Başûrê Kurdistanê, îro roja şemî 22/2/2020ê civîya û paş civînê, Rêber Ehmed wezîrê navxwe yê Hikûmeta Başûr ragihand, Hikûmetê hemû amadekarî ji bo rêgirî kirinê li hatina vayrosa Korona yê kirîne.
Rêber Ehmed dest nîşan kir, Hikûmet ti tiştekî li welatiyên xwe neveşêre û got: “her tiştekê li derveyê saziyên fermî yên Hikûmetê bihête belav kirin, rastî ji bo nîne”.
Wezîrê navxwe daxwaz ji gelê başûrê kurdistanê kir, hevkariya saziyên Hikûmetê bikin û ret kir ku çi haletekê tûş bûnê bi vayrosa Korona yê li herêma başûrê kurdistanê hatbîte tomar kirin.
Di mijareke din de, wezîrê navxwe soz da ku Hikûmet çavdêrîya bazarî biket û rê nedit kelupel û pêdivîyên pizîşkî bihên giran kirin yan ji bo dervey welatî bihên hinartin.