Kongreya çarem a HDP’ê îro roja yekşemî 23/2/2020an birêve çû û Pervîn Buldan û Mîthet Sancar wek hevserokên nû yên HDP’ê hatin hilbijartin.
Pervîn Buldan û Mîthet Sancar ku bi yek lîsteyê ketin dengdanê, 836 deng bi dest xistin. Di kongreyê de ji 1018 delegeyan 838 dengê xwe da ku 2 deng jî pûç bûn.
Çaremîn kongreya asayî ya HDP’ê li Salona sporê ya Enqere yê birêve diçe, ji hemû bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hezaran kes beşdarî kongreyê dibin.
Li gor berpirsên HDP’ê, tevî mêvanan 30 hezar kes di cihê kongreyê de amade ne. Ji çar parzemînan sê sed kes bo kongreyê hatine vexwendin.
Kongre bi diruşma “em ber bi pêşerojê ve dimeşin” birêve diçe.
Di dengdanê de Konseya partiyê, Konseya dîspilîna navendê, Konseya lihevkirinê jî hatin hilbijartin.
Hevserokên nû yên HDP’ê kîne?
Mîthet Sancar hevserokê nû yê HDP’ê sala 1963 li navçeya Nisêbîna ser bi Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ve ji dayîk bûye.
Mîthet Sancar di 3ê Nîsana 2013an de yek ji wan 63 rewşenbîran bû ku ji aliyê hikûmeta AK partiyê ve hatbû aşkerekirin bi mebesta birêvebirina piroseya çarserkirina pirsa kurd û nûnerê herêma Marmarayê bû, ew zimanên Kurdî, Almanî, Îngilîzî, Erebî û Tirkî dizane û zarokek wî heye.
Pervîn Buldan 6ê Mijdara 1967an li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû. Piştî xwendina xweya lîseyê li Îdirê bo heyamekê weke fermanber kar kir. Pervîn Buldan ji sala 1995an ve bo heyama 4 salan beşdarî çalakiyên Dayîkên Şemiyê bû li ber lîseya Galatasaraya li Stenbolê. Di wan salan de bo du serdeman endama meclîsa partiyê ya HDP’ê bû.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan sala 2005an di nav 1000 jinan de cih girt ku li ser asta cîhanê ji bo xelata Nobilê hatbûn berbijêrkirin, Pervîn Buldan roja 11ê Sibata 2018an, di sêyemîn kongreya HDP’ê de li gel Sezayî Temelî weke hevseroka HDP’ê hatbû hilbijartin.