Demek kurt pêş niha ji bo cara duyemîn erdhejek bi lerza 5.7 pile ya rêxterê li sînorê dinavbera parêzgeha Ormîyê ya ser bi Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Wan ya Bakurê Kurdistanê qewimî.
Hêjayî gotinê ye ev duyemîn erdheje ku îro ew sînor bi xwe ve girtî paş wê yekê ku serê sibê ya îro erdhejek bi lerza 5.7 pileya rêxterê bi kûratîya 6 kîlometran navçeyên Bakurê parêzgeha Ormîyê û Bakurê kurdistanê hejand, di vê erdhejê da 75 kes brîndar bûn û zîyan gihan 43 gundan.
Hevdem li parêzgeha wan ya Bakurê kurdistanî bi sedema erdhejê 9 kesan li vê parêzgehê canê xwe ji dest da û 37 kesên din jî birîndar bûn.