Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê serdana şanda ENKSê ya bo Tirkiyê û hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê wî welatî Mevlut Çavuşoglu bersiva daxuyaniya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) da û ragihand, tometên PYD’ê bê bingehin û destnîşan kir, divê PYD’e ji bo yekxistina helwêsta Kurdî di vê rewşa hestiyar û girîng de, dest ji wan gotar û reftarên ne hêja berde û dest bi destpêşxeriyeke avaker bike.
Şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê roja 19ê Sibatê serdana Tirkiyê kiribû û li Enqerê li gel Wezîrê Derve yê wî welatîMevlut Çavuşoglu civiyabû, Li ser wê hevdîtinê, Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, “armanca ji hevdîtina ENKS û Çavuşoglu têkbirina însiyatîfa yekîtiya niştîmanî ye” û “bandoreke neyênî” li destpêşxeriya Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike.
Desteya Serokatiya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, civîna wan a li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Chavuşoglu “di çarçoveya hewlên wan ên jibo çareserkirina pirsa Kurd û kêmkirina êş û azarên gelê Kurd li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê de” bûye.
Li gorî daxuyaniyê, “ENKS bi riya peywendiyên xwe yên li gel hêzên cuda yên opozisyonê û welatên bi bandor di pirsa Sûriyê de, di nava wan de jî li gel Tirkiyê ku rola wê li Sûriyê heye, wan hevdîtinan encam dide û di wê çarçoveyê de jî wan seredana Enqereyê kir û li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşuglu civiyane.”
ENKS dibêje, li şûna piştevanîkirina hewl û parastina yekrêziya helwêsta Kurdî û çareserkirina nakokiyan, “PYD tometên bê bingeh arasteyî Encûmena Niştîmanî ya Kurd dike” û axaftinên ne guncaw di derheqê wê de dibêje.
ENKS amaje bi wê yekê dide, ku ew “zimanê gefxwarinê û têkdana çarenivîsa gelê Kurd” red dikin û tekezê dike, ku “dê berdewam mafên Kurdan biparêze, hewla vegerandina penaber û koçberan ji bo navçeyên wan bide, herweha kar li ser rawestandina binpêkariyan li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bike.”
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê destnîşan dike, ew bi hemû awayî “guhertina demografîk” li Rojavayê Kurdistanê red dikin û daxwaz dike, ku “PYD dest ji wan gotar û reftarên ne hêja berde, û dest bi destpêşxeriyekeavaker bike ji bo yekxistina helwêsta Kurdî di vê rewşa hestiyar û girîng de.”