Herêma Başûrê Kurdistanê êvara îro roja duşemî, hemû deriyên sînorî yên li gel Komara Îslamiya Îranê daxistin, weke amadekarîyekê ji bo rêgirtinê li belavbûna vayrosa Koronayê.
Îro roja duşemî 24/2/2020an bi fermana encûmena wezîran ya Herêma Başûrê Kurdistanê, hemû deriyên sînorî yên li navbera Başûrê Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê hatin qepat kirin, weke rêyekê ji bo rêgirtinê li belavbûna vayrosa Koronayê (COVID-19).
Li gor fermana Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, deriyên sînorî li demjimêr 16:00 ya êvara îro bi dema Hewlêra paytexta Herêma Başûr hatine girtin.
Her di vê derbarê de, sibe roja sêşemî 25/2/2020an encûmena wezîran bi seroktîya Mesrûr Barzanî serokê Hikûmetê dê civîna xwe ya asayî girêdet û têde dê behsa rêkar û pilanên Hikûmetê yên berhingarbûna Koronayê bike.