Tirkiyê ragihand, ku di operasyoneke taybet de mezine berpirsekî PKK’ê li Bakurê Îraqê hatiye kuştin. Yahya Duman Qaşo berpirsyarê eyaleta Mexmûr-Kerkûkê yê PKK’ê ku bi bultena sor lê digeriyan bi operasyona MÎT û TSKyê li Şengalê hat kuştin.
Li gor çavkaniyên taybet, Yahya Duman bi kudnavê “Sebrî Torî” ku bi bultena sor lê digeriyan, di sala 1993yan da beşdarî rêxistna PKK’ê bûye.
Herweha li gor zanyariyên ku di medyaya Tirkiyê de hatîne belavkirin Yahya Duman li Şirnex û Sêrtê beşdarî çalakiyan li dijî dewleta Tirkiyê bûye û birêveberê wê êrîşa bû ku di sala 2016an da li qereqola Dîbekilyê ya Dargeçîta navçeya mêrdînê hat kirin.
Ev berpirsê PKK’ê ku li Şengalê hat kuştin li dibistanên Qaşo hêzên taybetên PKK’ê yên li îraqê perwerdeya îdeolojîk û eskerî daye û ji sala 2019an vir va jî berpirsyarê eyaleta mexmûr-kerkûkê bû.