VÎROSA KORONA LI KERKÛKÊ JÎ DIYAR BÛ

VÎROSA KORONA LI KERKÛKÊ JÎ DIYAR BÛ

Wezareta tenduristî û jîngeha Îraqê radigehîne, 4 haletên tuşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Kerkûkê hatîne tomarkirin ku endamên yek malbatê ne û ji Îranê vegerîyane.

Wezaretê xuya jî kirîye, ku ew çar kes di jûreka taybet de hatîne cudakirin û piştî pişkinîna hûr û encama taqîgehê derketîye haleta wan Korona ye.

Ev di demekê de ye, roja Dûşembîyê, 24/2/2020 yekem haleta Vayrosa Koronayê li Bajrê Necefê hat tomarkirin, ku ew jî xwîndkarekê xwîndingehên olî bûye û bi regez xelkê Îranê ye.

Bi van 4 haletan hejmara tuşbû yên Koronayê li Îraqê gehişte 5 haletan.

Pustên heman beş