Hikûmeta başûrê kurdistanê, îro biryar da pêdana vîzeyê ji bo welatiyên 5 welatan qedexe bikit, weke rêyekê ji bo berhingarbûna vayrosa Koronayê ku bi navê Kovîd 19 tê naskirin.
Li gor fermaneke wezareta navxwe ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, îro roja çarşemî 26/2/2020ê hat ragihandin ku pêdana vîzeyê bi welatiyên her yek ji welatên Taylend, Koreya Başûr, Japon, Italia û Sengaporayê ji bo hatina nava herêma başûr hatine qedexe kirin.
Hemwext, wezareta navxwe biryar da ku ev welatiyên Îraqê jî ku serdana wan welatan kirine, êdî rê pê nehê dayîn bihêne nava Herêma Başûrê Kurdistanê.
Wezareta karên navxwe ya başûrê kurdistanê ragihand, welatiyên Başûrê Kurdistanê jî ku seredana wan welatan kirine, li dema vegerîna wan, li gor rênimayên saxlemiyê dê serederî li gel hête kirin.
Vayrosa Koronayê berî du rojan gihîşt Îraqê û yekem halet li bajarê Necefê hat tomar kirin, piştre duh roja sêşemî 4 halet li Kerkûkê hatin ragihandin.