Baregeha Barzanî îro li derbara beşdariya aliyên kurd di kabîneya hikûmeta federal da ragihand, namzedê raspardî ji bo avakirina hikûmetê taybetmendiya Herêma Başûrê Kurdistanê li pêş çav negirtîye.
Baregeha Mes’ûd Barzanî serokê partîya demokrat ya kurdistanê û rêberê Gelê kurd îro roja çarşemî ragihandinek li derbara pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal belav kir û têde hatîye: Serok Barzanî têbînî li ser şêwaz û bernameya karê Mihemed Tewfîq Elawî û mîkanîzma diyar kirina namzedên wezaretan bo hikûmeta nû hene, ev şêwaz jî daxwazyên pêkhateyan û taybetmendiya Herêma Başûrê Kurdistanê li ber çav negirtine.
Tekista ragihandina baregeha Barzanî
Paş raspardina birêz Mihemed Elawî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, li hejmareke medyayên
Erebî û kurdî wiha hat belav kirin ku cenabê Serok Barzanî ji ber pirsgirêkeke kesokî û danana hinek kesên nêzî xwe ji bo wergirtina postên wezaretan, pirsgirêk li gel birêz Elawî li ser pirsa pêkanîna hikûmeta nû hene.
Li vir bi gişt aliyan radgihînîn ku çi binema ji bo vê yekê nîne û serok Barzanî têbînî li ser şêwaz û bernameya karê Elawî û mîkanîzma diyar kirina namzedan ji bo postên wezaretan heye, ew şêwaz û mîkanîzma ku Elawî peyrew dike maf û daxwaziyên pêkhateyan û taybetmendiya Herêma Başûr li ber çav negirtiye û bê gumn ev yek wê bibe sedema kûr kirina qeyrana siyasî li Îraqê.
Ji bo serok Barzanî navê kesan ewlewyet nîne, belku pabendibûna hemû alyekî bi bnemayên şeraket û hevsengî û tewafqê di proseya syasî û hkûmetê da grînge, dvêt hkûmet vê yekê li ber çav bigre, li gel vê yekê jî her wek çewa hnek alîyan berêz ‘elawî ji bo postê serok wezîran kandîd krîye, herêma başûrê kurdistanê jî mafê wê heye kandîd ji bo postên wezarî hebe û pêwîste rêz li wî mafê herêma kurdistanê bhê girtin.
Baregeha Barzanî
26/2/2020