Hikûmeta Bbaşûrê Kurdistanê îro daxwaz ji welatiyan kir seredanên xwe ji bo Kerkûkê û bajarên Îraqê bi awayekî giştî ragrin.
Wezareta karên navxwe ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê îro roja çarşemî 26/2/2020ê daxwaz ji welatiyên Herêmê kir, seredan û geştên xwe ji bo bajarên Îraqê ragrin, weke rêyekê ji bo zêdetir xwe parastinê ji belav bûna vayrosa Koronayê.
Herweha daxwaz ji welatiyan kir, bi taybet seredana herdu bajarên Necef û Kerkûkê nekin, ji ber ku haletên vayrosa Koronayê li herdu bajaran heye.