EMERÎKAYÊ ÇEK DERBAZÎ ROJAVA KIR

AMERÎKAYÊ ÇEK DERBAZÎ ROJAVA KIR

Emerîkayê îro karwanekê alîkariyên serbazî û locistî derbazî Rojavaya Kurdistanê kir, lê eşkere nebûye kanê ew alîkarî ji bo çi alîyekê hatine şandin.

Arteşa emerîkayê îro roja çarşemî 26/2/2020ê, hejmareka erebeyên barhelgir ku alîkariyên serbazî û locistî têda bûn, derbazî Rojavaya Kurdistanê kirin, lê heta niha eşkere nebûye, kanê ev alîkarî ji bo çi alîyekê ne.

Arteşa emerîkayê karwanê îro yê alîkariyên serbazî veguhastin sînorê Qamişloyê û medyaya sûryê ragihand ku ew erebe ji bo cihên hêzên emerîkayê li nêzî kêlgehên petrolê hatine bicî kirin.

Li çend mehên rabûrî arteşa emerîkayê hejmareka yekcarî zor ya erebeyên barhelgir yên çek û pêwîstiyên locistî derbazî Rojavaya Kurdistanê kirine, ji bo ku hebûna hêzên xwe li derdûra Hesekê û Qamişloyê bihêz biket.

Pustên heman beş