Ji bo berhingarbûna vayrosa Koronayê û zêdetir xwe parastinê ji belav nebûna wê, meşqa hêzên pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ji bo demekî hat ragirtin.
Pêgeha fermî ya wezareta pêşmerge îro roja pêncişemî 27/2/2020ê ragihand ku biryar hatîye dan meşqa hêzên pêşmerge ji bo demekê bihête ragirtin, weke rêyekê ji bo berhingarbûna vayrosa Koronayê û zêdetir xwe parastinê ji belav nebûnê.
Lîwa Qareman Kemal, Serok Erkan ji bo erkên meşq û operasyonan ragihand, bi berçav girtina wê rewşa ne asayî ya saxlemiyê ku li wlatên derdûr heye, wezareta pêşmerge bi pêwîst zanî rêkarên rêgirî kirinê ji belav bûna vayrosa Koronayê bigrîte ber.
Herweha dest nîşan kir, ji bo vê mebestê jî piroseya meşqa hêzên pêşmerge li senterê meşqa Hevpeymaniya Navdewletî li herêma Başûrê Kurdistanê bi timametî hat ragirtin, herweha meşqa hêzên pêşmerge li tevahiya bingeh û fêrgehên meşqê yê girêdayî wezaretê ji bo dema yek heftî û li dema pêwîst û li gor rewşê biryarên nû wê werin standin.
Wezareta pêşmerge ragihand, ev biryar ji bo parastina selametiya pêşmerge û rêgrî kirinê li belav bûna vayrosa Koronayê hatine wergirtin.