KORONA GIHÎŞT HERÊMA KURDISTANÊ

KORONA GIHÎŞT HERÊMA KURDISTANÊ

Wezareta saxlemiya Herêma Kurdistanê îro ragihand, 4 haletên tûş bûnê bi vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine tomar kirin.

Wezareta saxlemiya Herêma Kurdistanê di beyaneke fermî da ragihand, 4 haletên tûş bûnê bi vayrosa Koronayê îro roja yekşemî li bajarê Silêmaniyê hatîne tomar kirin ku jineke û 3 zelamin û ji komara Îslamî ya Îranê vegerîyayîne.

Ev jî deqê beyana fermî ya wezareta saxlemiya Herêma Kurdistanê ye

Di berdewamiya rêkarên xweparastinê ji nexweşiya vayrosa Korona ya nû (Kovîd 19) li herêma kurdistanê, bi sedema hebûna hejmareka zor ya tûşbûuyan li cîhanê û welatên derdûr û vegerîna hejmareka zor ya welatiyên geştiyar ji wan welatan, tîmên saxlemiyê û damudezgehên peywendîdar berdewamin li rêkarên pêdvî ji bo xwe parêzî û vedîtina gomanlêkirîyan û amadekariyên kontrol kirina vê vayrosê li herêma kurdistanê.

Em welatiyên xweştivî haydar dikîn ku îro roja yekşemî 1/3/2020ê û di dema 24 demjimêrên borî da ku pişkinîn bo 24 goman lê kiriyan hatîye encam dan ku di nava wan da 4 welatî yên bajarê Silêmaniyê ne, derencama pişkinîna wan derçû ku hilgirin vayrosê Korona ya nû (Kovîd 19) ne, ew jî pêkhatbûn ji malbateke 3 kesî û jinekê ku her hemûyan pêş niha seredana welatê Îranê kirbû û piştî vegerîna wan ku li bin çavdêriyê bûn pişkinîn ji bo hatbûn encamdan û di dema niha da ew li nexweşxanê hatîne cuda kirin û hatîne danan di nexweşxaneya taybet da bi vayrosê Koronayê li Silêmaniyê û barê wan yê saxlemiyê cêgîre.

Wezareta saxlemiyê tekez dike ku pêdivîye hemû aliyek pabendî biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezareta navxwe û rênimayên wezareta saxlemiyê bibe û palpiştiya tîmên saxlemiyê bin ji bo vedîtina her goman lêkirîyekî yan geştiyarekê dûr ji çavên saxlemiyê.

Welatiyan pişt rast dikîn ku dê berdewam bîn bo karê pêdvî ji bo rêkarên xwe parêziyê û vedîtina goman lêkirîyan û rêgirî kirinê li belav bûn û dûvçûna çareseriyan.

KORONA GIHÎŞT HERÊMA KURDISTANÊ

Pustên heman beş