Mesûd Barzanî Serok û Rêberê gelê kurd peyamek arastey raya giştîya Îraq û Herêma Kurdistanê kir û têde ragihand, Îraq ketiye ber qonaxeke nû ku têde dikare derfetek ji bo bicîh kirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan pêk bê û bingehek jî ji bo lihevkirin û sazaneke giştgîriya niştîmanî û ji hev nêzîkbûna aliyan pêk bê.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Pir ji dil spasî hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim ku ji bilî hebûna nerînên cûda yên siyasî, lê belê li babeta pêdan û pê nedana baweriyê bi hikûmeta nû ya Iraqê de yekrêz bûn. Ev yekhelwestî destkeftekî dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê û cihê pêzanînê ye.
Di heman demê de jî spasî wan hemû hêzên siyasî yên niştimanperwer ên Iraqê dikim ku bi helwesta rast û mentiqiya xwe rêgirî li wê yekê kirin ku qeyranên Iraqê zêdetir kûr nebin û Iraq berev karesatê ve neçe. Ev helwesta wan li bingehên demokrasiyê û her wiha berçavgirtina daxwaza hemû pêkhatên Iraqê bû, ji bo rasterêkirina proseya siyasî, rêzgirtin bû. Piştî wê Iraq ketiye ber qonaxeke nû ku tê de dikare derfetek ji bo bicîhkirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan pêk bê û bingehek jî, ji bo lihevkirin û sazanekî giştgîr ya niştimanî û jihevnêzîkbûna aliyan pêk bê.
Mesûd Barzanî
02.03.2020