Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê îro peyamek di salvegera destpêkirina serhildana gelê Başûr de parve kir û têde got: Serketina serhildanê ji encama qurbanîdana hêzên Pêşmerge û kurên wilat, her wiha yekrêzîya aliyên siyasî û tevahîya pêkhateyên Kurdistanê bû.
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê dibêje: Serketina serhildanê bi destkeftek ji bo her takekê Kurdistanê tê hejmartin.
Deqê peyamê:
Cemawerê serbilind û xweragirê Kurdistanê
Bi helkefta bîst û nehemîn salvegera Raperîna bi rûmet ya Adara 1991, germtirîn pîrozbahiyan li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyan li navxwe û derveyê Kurdistanê dikim.
Raperîn ku yek ji serweriyên mezinên dîroka gelê meye, derbirîna bawerî û daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo jiyanekî azad û serfirazane û retkirina sîtem û zordariyê bû. Ked û xebat û qurbanîdana hêzên Pêşmerge û gedeyên gel û yekîtî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhatan û hemû xelkê Kurdistanê bû. Parastina destkeftan jî, erk û berpirsyariya hemû aliyan û pêkhat û hemû take kesekî Kurdistanê ye û wefadariye ji bo giyanê pakê şehîdên me yên qehreman û hemû qurbaniyên rêya rizgariya meye.
Kurdistaniyên ezîz!
Giyanê xweragirî û berxwedana we ji bilî wê yekê ku lêborîn li raperînê da nîşanda, heman ew kultûra mirovdostane ye ku îlhambexş û nexşerêya hemû berxwedan û şoreşên Kurdistanê bi raperînê ve jî bûye. Xebata we, herdem hilgirê bawerî û nerît û biha û cîhanbîniyekî bilind bûye ku hêjayî vêne nifş bi nifşa vî Gelî, şanaziyê pêve bikin. Ewe raperîn û daxwaza we bû xûyakir ku zehmete hîç zebir û zeng û serkutkariyek bikarê rûmet û daxwaza gelê Kurdistanê ji bo jiyanekî serfirazane û armancên wê yên niştimanî bişkîne.
Kurdistaniyên xweştivî!
Raperîn belgeya zîndî ya wê rastiyê ye ku yekrêzî û tebayî ya di navbera aliyan û pêkhatên Kurdistanê û aştevayî ya navxweyî, herdem gelê me berev serkeftin û serfiraziya zêdetir ve biriye. Ji bo wê yekê ji bo pêkanîna hemû armancên me yên niştimanî û mîsogerkirina jiyanekî hêja bi xebat û qurbaniyên gelê me û paşarojeke geştir ji bo nifşa me, divê hewla hemû aliyan û pêkhatan û her take kesekî Kurdistanê li xizmeta zêdetir bi hêzkirina giyanê tebayî û bingehên pêkvejiyanê û lêborîn û aştîxwaziyê da bê.
Bila bîranîna raperînê û îradeya me, wize û enerjiya zêdetir ji bo yekrêzî û tebayî û xizmetkirina gel û welat bibexşê.
Bilind û bi rûmet bê salvegera raperîna mezina adara 1991.
Silav ji bo giyanê pakê şehîdên raperîn û hemû şehîdên Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04/03/2020