BERPIRSEKÊ YNK’Ê SÊ KESAN DIKUJE Û BAZ DIDE

BERPIRSEKÊ YNK’Ê SÊ KESAN DIKUJE Û BAZ DIDE

Li roja sê şemî ya rabûrî 3/3/2020an çar kes ji aliyê polîsên bajarê Raniyê bi merema dadgehkirina wan hatin rewane kirin ji bo dadgeha navçeya Haciyawa, lê belê sê kes ji wan ji aliyê berpirsekê YNKê ve tên kuştin.

Li gorey çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê destpêka vê bûyerê vedgere bo bûyereke tirafîkê ku têde zaroyek bi sedema lêdana tirombêlê hatbû kuştin, pişt re xwediyê tirombêlê di gel sê kesên din li ser vê babetê ji aliyê polîsên bajarê Raniyê dihên desteserkirin, û li dema birina van kesan ji bo dadgeh kirinê berpirsekê YNK’ê bi navê “Semed Bêtwateyî” ku berpirsekê serbazî yê YNK’ê ye dihên golebarankirin û demildest sê kes ji wan canê xwe ji dest didin.

Semed Bêtwateyî digel sê kesên din ku pêşmergeyên YNK’ê ne piştî vê bûyerê diçin çiyayê “Makok” û yaxî bûna xwe ji YNK’ê radigihînin û dibêjin çidî em navegerîn, lê rayedarên YNK’ê dest bi tevgerên xwe ji bo razî kirina van alîgirên xwe dikin û wan qanîi dikin ku vegerin, lê vegeran wan ne ji bo wê yekê ku li ser tawana encamday bihên dadgeh kirin belku ji bo wê yekê ku vê bûyerê perdepoş bikin.

Çavkaniyên taybetî yên pêgeha Darka Mazî eşkere dikin ku ev bo dema sê rojane Semed Bêtwateyî digel her sê pêşmergeyên wî bi rêya YNK’ê hatîne hinartin ji bo Kerkûkê û niha ev berpirse digel her sê pêşmergeyên din li cem “Rakan Ciborî” parêzgerê ferizkirî yê Kerkûkê ne, û niha ew van kesanên tawanbar diparêzere.

Ev bûyer bûye sedema peyda bûna tirseke herî zêde li cem gelê başûr ji berku bûyerên bi vî awayî cara yekemînin rû didin, tiştê herî balkêş eve ku heya niha li başûrê kurdistanê ti dezgeheke medyayî bas li vê cînayetê nekiriye her weha ti rêkxiraweke civaka sivîl jî nerazî bûna xwe li himber vê tawanê diyar nekiriye û her kes di bêdengiyê dane.

Pustên heman beş