POTÎN WÊ HEYA SALA 2024AN BIMÎNE

POTÎN WÊ HEYA SALA 2024AN BIMÎNE

Encûmena Domayê ya parlemenê Rûsya federal, îro li ser rastvekirinên destûrê Rûsyayê razî bû û bi wê çendê Potîn wê maf hebe heya sala 2024an di serokatîya Rûsya de bim♫0ne.

Encûmena Domayê îro roja çarşemî 11/3/2020ê li ser hinek rastvekirinên destûrî razî bû, ev rastvekirine di berjewendiya Viladîmêr Potîn dane û wî wê maf hebe ji bo xolek din ya serokatîya Rûsya xwe namzed bike.

Ji sercema 450 endamên encûmena Domayê, 383 endaman deng bi erê li ser wan rastvekirinên destûrî de, 43 endaman jî deng neda.

Viladîmêr Potîn temen 67 sale, dema 20 salane weke zelamê yekem di meydana siyasî ya Rûsya federal da dihête hejmartin, çi l serokatîya wezîran, çi l serokatîya dewletê.

Li gor destûrê niha yê Rûsya, Potîn maf nebû careke din xwe namzed bike, lê encûmena Domayê ev rastvekirine di berjewendiya Potîn de erê kirin.

Pustên heman beş