PKK 4 GERÎLAYAN JI DEST DIDE

PKK 4 GERÎLAYAN JI DEST DIDE

Balefirên şerker yên Tirkiyê îro êrîş kirin ser cihên Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê li Herêma Başûrê Kurdistanê û zîyanên canî gihandin PKK.

Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, îro roja çarşemî 11/3/2020an balefirên şerker yên dewleta Tirkiyê, cih û hereketên Partîya Karkerên Kurdistanê, li navçeya Xwakurkî li Herêma Başûr bordoman kirîne.

Herweha dest nîşan kirin, di bordomanê de, 4 gerîlayên PKK’ê hatin kuştin, herweha hindek cihên PKK’ê hatine îmha kirin.

Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê û balê wê yê leşkirî HPG’ê, daxuyanî li derbara wê êrîşa Tirkiyê û jidestdana gerîlayên xwe belav nekirîye.

Pustên heman beş