LI ÇIYAYÊ METÎN Û GARE KUŞTIN

LI ÇIYAYÊ METÎN Û GARE KUŞTIN

Balefirên ceng yên supayê Tirkiya îro li nav sînorên Herêma Başûrê Kurdistanê êrîşî Partîya Karkerên Kurdistanê kir û zîyanên giyanî gehandinê.

Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, îro roja pêncşemî balefirên ceng yên supayê Tirkiya livînên Partîya Karkerên Kurdistanê, li çiyayên Metîn û Gare, yên sînorê parêzgeha Dihokê li Herêma Başûr bordoman kir.

Di êrîşan de, 3 Gerîlayên PKK’ê hatine kuştin û hindek cihên wan hatin jinav birin.

Êrîşa îro li demekî ye, duh roja çarşemî 11-3-2020ê balefirên ceng yên Tirkiya, 4 gerîlayên PKK’ê li navçeya Xwakurkî li Herêma Başûrê Kurdistanê kuşt bûn.

Pustên heman beş