KESEKE DIN LI SILÊMANIYÊ TÛŞÎ VÎROSA KORONA DIBE

KESEKE DIN LI SILÊMANIYÊ TÛŞÎ VÎROSA KORONA DIBE

Keseke din îro li bajarê Silêmaniyê ê Herêma Kurdistanê tûşî vîrosa Korona ya nû (kovîd-19) bû, paş ku encamên têstên wî pozîtîf derketin.

Saman Berzincî, Wezîrê Saxlemiya Herêma Kurdistanê, îro roja yekşemî 15/3/2020ê di beyanekê da ragihand, kesekê din ê akincîyê Silêmaniyê tûşî vîrosa Korona ya nû (kovîd-19) bûye, paş ku encamên têstên wî pozetîv derketî.

Herweha diyar kir, kesê ku li Silêmaniyê nû tûşî vê vîrosê bûye, zelamekê temen 46 salî ye û bi vê yekê hejmara sercem tûşbûyên Herêma Kurdistanê gihîşt 29 kesan.

Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê bi egera rû bi rû bûna vîrosa Koronayê, ji duh li herdu bajarên Hewlêra paytext û Silêmaniyê qedexeya derketinê ragihandiye.

Pustên heman beş