ÇEKDARÊN HEŞDA ŞEBÎ ÊRÎŞÎ SER NEXWEŞXANEYEKE KERKÛKÊ KIRIN

ÇEKDARÊN HEŞDA ŞEBÎ ÊRÎŞÎ SER NEXWEŞXANEYEKE KERKÛKÊ KIRIN

Hejmarek ji çekdarên heşda şebî îro roja yekşem 15/3/2020an bi zebrê çekî bi ser nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê dadan û dû jûr ji nexweşxaneyê ji bo xwe cuda kirin.

Çavkanîyekî ji nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê ragihand, hejmarek ji çekdarên mîlîşyayên Heşda Şebî ku zêdetir ji 10 çekdarên lîwaya 16ya heşda Şebî bûn, îro bi ser nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê dadan bê ku nivîsarek fermî bi wan re be, dû jûrên nexweşxaneyê ji bo xwe cuda kirin û wek jûrên pizîşkî bikar tînin.

Ewî çavaknî got jî: ew çekdarên hanê ji tirsa burdûmana firokeyên cengî baregehên xwe çol kirine û hêlane û dixwazin li wir bimînin daku dûr bin ji burdûmana firokeyan.

Tê zanîn ku ev bo dema hefteyekê ye ku rewşeke pir aloz di navbera çekdarên mîlîşya yên heşda şebî û hêzên hevpeymanan li Îraqê dirust bûye bi sedema êrîşa bi hawinan ji aliyê van mîlîşyayên Şî’e bo ser bingeha serbazî ya Tacî ku têde çend serbazên hevpeymanan bûn qurbanî, pişt re Amerîka bi firokeyan êrîşî van mîlîşya ya kir û zîyanên mezin bi wan gihandin, ji ber vê yekê ev mîlîşyaye niha xwe nêzî ciyên sekenî û nexweşxana û dibistanan dikin taku xwe ji êrîşa firokeyên hevpeymanan biparêzin.

Pustên heman beş