Wilatên Ewropayê pesna Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin, lê Şasiwar dibêje: “Hikûmet çî kirduwe”
Pêş belav bûna vîrosa Korona li Başûrê Kurdistanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her zû tedbîrên pêwîst ji bo berhingarbûna vê vîrosê encamdan û ev tedbîr weha bûn ku di demek kurt de rê li himber karesateke mezin li Başûrê wilat girt.
Nûçegihanê pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê wilat dibêje ku gelê başûr pirr bi başî bas li van tedbîrên Hikûmetê dikin ji bo parastina canê hemwelatiyan, ev tedbîrên Hikûmeta Başûr encam day li ser asta navdewletî tên bas kirin û bi tedbîrên herî baş tên nav kirin, bi awayekî weha ku Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê bi taybetî kurdên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî ji Hikûmetên serdest li wan parçeyan dixwazin ku tedbîrên, mîna Başûrê Kurdistanê ji bo rû bi rû bûna vê vîrosê encam bidin taku canê wan bê parastin, lê belê heya niha ev tedbîrên pêwîst ji aliyê wan Hikûmetan ve nehtîne avêtin.
Di dema çendîn rojên rabûrî de hejmareke herî zêde ji email û name û peywendiyên telefonî ji bo pêgeha Darka Mazî, hatîne ku ji ber ku em li bakûrê Kurdistanê weşanê dikîn piraniya wan gelê bakûr bûne û têde daxwaz kiriye peyama wan bi zelalî bê gihandin bi aliyên peywendîdar taku ew jî mîna Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tedbîrên pêwîst ji bo parastina canê wan wergirin.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêş gihiştina vîrosa Koronayê, her zû rêkar û tedbîrên pêwîst ji bo xweparastinê girtine ber, encûmeneke blind ji bo berhingarbûnê wezîfedar kir, tîmên tendirustî, û ewlehiyê erkdar kirine û pêvajoyeke yekcar mezin ya Hoşyar kirinê peyrew kir, ev ji bilî girtna sînorên li gel Îran û Îraqê û ragirtina geştên asîmanî ku ev hemû bûne sedem, hem gelê başûr û hem wlatên pêşketî yên cîhanê pesna vê pêvajoyê bikin.
Vîrosa Korona (kovîd-19) ku rêxistna tenduristîya cîhanê bi vîroseke kujek tesnîf kiriye, her çend ku li destpêkê li wilateke dûr bû, lê belê li dawyê gihîşt Herêma Başûrê Kurdistanê, çavkanî Îran bû, wate wilatiyên Başûr ku ji Îranê vegerîne.
Paş gihiştina vîrosê û eşkere bûna 4 haletên destpêkê li bajarê Silêmaniyê, gelek dem derbas nebû heya ku Hikûmetê ji bo kontrol kirina rewşê û rêgirtinê li zêdebûna hejmara tûşbûyan, qedexeya derketinê li nêvbera bajêrên Herêma Kurdistanê û hem li nava herdu bajarên Hewlêra paytext û Silêmaniyê ragihand ku hêjan jî ev qedexe di dome.
Vîrosa Koronayê eger çi ku derdeke û xetera wê hemû Cîhan bi xwe ve girtiye, lê li Başûrê Kurdistanê tev hêz û alî û wilatî jî di yek enî de ne û dixwazin bi her çi rêya hebe di cenga xwe ya li dijî Koronayê de serbikevin û ji bo vê dibêjin ku Hikûmet bi erka xwe radibe.
Weke hercar û di her rewşekê de, Şasiwar Ebdulwahid dixwaze babeta Koronayê ji bo xwe bke derfet, weke çewa wî di berê de rewş û kirîzên gelê hejar ji bo berjewendiyên xwe û veşartina şaşitî û rûreşiyên xwe bikar anîne.
Li demekê de ku wilatên Cîhanê pesna rêkarên Hikûmeta Başûr yên xweparastin û berhingarbûna koronayê dikin ku her tişt berwext û di dem de kiriye, ji dabînkirina nexweşxana û ciyên îzole kirina nexweş û bergumanan li hemû bajarên Kurdistanê, heya digehe amûrên pêwîst ji bo diyar kirina vîrosa koronayê, lê Şasiwar Ebdulwahid careke din ji bo çêkirina pirisgirêkan di rêya Hikûmetê de û kirêt kirina rêkarên wê derketye qadê, belku pêtir ew dixwaze dîmeneke wiha pêşanî gel bide her weke Hikûmetê ti hengav ne avêtine, bê goman ev yek jî bi emrê wilatên dijberên Kurdistanê tê encamdan.
Nûçegihanê pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê raporek li derbara vê yekê şandiye û têde hinek xalên sereke zelal kirine.
Xala yekem eve ku Şasiwar tenê li wan rewşan xweya dibe wexta ku Hikûmetê kareke baş encamdabe û derketina wî tenê ji bo reşkirina wî karî ye, ji ber ku ew piştî encamdana referandoma Başûrê welat bi endazyarê têkdana rewşa hundir ya başûr tê hesab kirin, her çend ku tev bizav û pîlanên wî yên berê li vê derbarê de rastî şikestinê hatîne.
Derketina Şasiwar Ebdulwahid ya di dema koronayê de bera du rojan bû dema ragihandî ew wê baregeha tevgera xwe (Newey Niwê) ji bo Nexweşxaneyeke 100 textê ji bo tûşbûyên vîrosa Koronayê guherît û gotbû ku Hikûmetê heya niha çi karek encam nedaye, li demekê Hikûmetê nexweşxaneyên taybet û ciyên îzole kirinê, tîmên tendirustî û amadebaşiya temam ya wezareta tenduristîyê li hemû bajarên Kurdistanê pêkanîne.
Ya rast Şasiwar bi tenê yek armanc heye ku baregeha tevgera xwe ji bo Nexweşxaneyeke taybet bi tûşbûyê Koronayê biguhere, ew armanc jî eve ku ji aliyekê bibêje gelê başûr Hikûmet cidî nîne di parastina canê hemwilatiyan ji aliyeke din dixwaze di ava şêlî de Masîyan bigre û kênca xwe li ser ciwanên nû pêgihiştî li başûr dane û bibêje wan ez dikarim her tiştî bikim bi tenê min pêwîstî bi dengê we heye, Şasiwar fêr bûye (îstixlal) kirina gelê başûr û xwe dewlemendtir kirinê li ser hesaba gelê hejar bi axaftinên rengawreng.
Li şûna Şasiwar muzayedê bike baştire 51 milyon dolarên Hikûmetê vegerîne ji bo ku li kerta tenduristîyê werin mezaxtin
Pêgeha Darka Mazî peywendî bi hinek qadroyên diyar yên Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê û her weha Yekgirtû a Îslamî kir, nerînên wan li vê derbarê de nêzî hev bûn, wan dest nîşan kir, ku li ciyê Şasiwar ‘Ebdulwahid muzayedan bi tenduristîya gel bike û bibêje baregeha Newey Niwê wê bibe nexoşxane, baştire ew qerên Hikûmetê bide ku pêtrî 51 milyon dolarane, ji bo ku ew pere li kerta tenduristîyê û cenga dijî koronayê werin mezaxtin.
Sipîkirina rûreşî ya xwe li gundê Elmanî
Qadroyekê din yê Partiya Demokrat a Kurdistanê nerîneke cuda heye û ji bilî ku wî ev karê Şasiwar ‘Ebdulwahid nepejrandiye û bi muzayede bi nav kiriye, dibêje: “Şasiwar ezmûneke exlaqî a herî xirab li gel Qadro û parlementerên xwe li gundê Elmanî heye wexta ku Şasiwar vîdyo û wêneyên wan girtîn û piştre gefên parvekirina wan dîmenan di torên civakî de kirîn, evca bi tu awa wê welatiyên hejar û nexweş ji kesek weha bawer bikin , Qadroyê PDK’ê xwast ku tu kesek ji bo tedawîkirinê neçe nexweşxaneya Şasiwar, ji ber ku Hikûmetê her tişta pêwîst dabîn kiriye.
Ya rast Şasiwar dixwaze bi vê muzayeda siyasî, tenê yek kar bke, ew jî sipî kirina rûreşî ya xwe ya gundê Elmanî li ser hesaba tenduristîya gel, eger na Hikûmetê tu giriftek li gel cî û baregehên nexweşxaneyan de nîne, wate girifta Hikûmetê ne ewe kanê çi ciyek bibe nexweşxane, belku girifta wê ya herî mezin weke hemû Hikûmetên cîhanê eve ku vîrosa Korona, vîrosek nû û kujeke û bi rengeke neçaverêkirî belav dibe û heya niha li ser asta cîhanê tu wilatek nikariye dermanek taybet bi vî vîrosî peyda bike.
(Şasiwar-17) bera 3 salan gel nexweş kiriye
A rast vîrosa Korona li sal 2017an pêş derketina wê li wilatê Çînê, digel referandoma Başûrê Kurdistanê, li wê perçeya kurdistanê belav bûye, Şasiwar di referandoma serxwebûna Kurdistanê de mîna vîrosa Korona tevgeriya û gel nexweş kir.