Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi boneya derbazbûna 32 salan bi ser kîmyabarankirina bajarê Helebce peyamek belav kir.
Ev jî deqa wê peyamêye:
Îro 32 sal bi ser kîmiyabaran kirin û komelkujiya bajarê Helebceyê re ku beşek bû ji siyaseta genocide kirina gelê Kurdistanê, derbas dibe.
Ev tawana han ya mezin yaku li hember netewa me hate kirin, birîneke kûre di dîroka gelê Kurdistanê de û nîşaneya ev stemkarî û zordariye ku li hember gelê Kurdistanê hatiye kirin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê ku berhema xwîna şehîdan û berxwedana gelê me ye, tevahiya hewlên xwe bo xizmet kirina zêdetir ya kesûkarên şehîd û enfal kiriyan bi tevger dike.
Lazime ev bîranînên terajedîk me zêdetir han bidin bo yekrêzî, yekgirtî û kar kirina hevbeş bo zalbûn bi ser tevahiya karesat û rewşên dijwar de.
Serê rêz û newazişê bo canê paqêj ya şehîdên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
16.3.2020