Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û rêberê miletê Kurd îro di salvegera kêmyabarana Helebce da peyamek belav kir û têde ev tawan bi pîlan ji bo nehiştina gelê Kurdistanê bi nav kir.
Li salvegera roja kêmyabaran kirina Helebçeya Şehîd, Serok Mesûd Barzanî li ser rûpela taybetiya xwe ya li twitterê peyamek belav kir ku evê li xwarê jî naveroka wê ye:
“Kêmyabaran kirina Helebçe berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku dijmin ji bo çewsandin û nehiştinê di derbarê gelê Kurdistanê encam da. Bi sedema qurbanîdan û mezlûmiyeta Helebçeya Şehîd, cîhan zêdetir êş û janên gelê Kurdistanê têgihîşt.
Kêmyabaran kirina Helebçe birînekî kûr e, li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û tu carî nayê ji bîr kirin. Mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûyê ji dewleta Iraqê bike. Pêwîste jî êdî hikûmeta Iraqê vê yekê piştguh nexe û qerebûya kêmya baran û enfalkiriyan bike.
Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Helebçe û hemû şehîdên rêya azadiyê.”