DU KESÊN NÊZÎ “KARAYLAN Û BAYIK” KETIN DESTÊ TIRKIYÊ

Du kesên nêzî Cemîl Bayik û Murad Karaylan hevserok û endamê Konseya rêveber a koma civakên Kurdistanê KCK, seywana siyasî ya PKK, ketin destê dewleta Tirkiyê.
Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Bakurê Kurdistanê, du gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê ji bazineya Pasewanên Cemîl Bayik hevserokê KCK û Murad Karaylan endamê Konseya rêveber a KCK li bajarê wanê yê Bakurê Kurdistanê ketin dest hêzên Cendirme û hewalgîriya dewleta Tirkiyê.
Herdu gerîlayan ku yek ji wan jine, li sala 1996ê tevlî PKK bûne û li her yek ji navçeyên Zapê, Metîna û Gare, Heftenînê, Xwakurk û Qendîlî çalakî kirîne, paş weke pasewan di hêla nêzî Murad Karaylan û paş Cemîl Bayik da erk wergirt bûn.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî tesbît kirin ku herdu gerîla ji sînorê Îranê derbasî Tirkiyê bûne, piştî ku rêzên partîya karkerên kurdistanê bi cî hiştîn.
Çavkaniyên Darka Mazî li Wanê behsa wê yekê kirine ku yek ji wan gerîlayan hate zîndan kirin, yekê din hêjan li bin lekolînane û wan di îfadên xwe de behsa rêxistina PKK kirine kanê bi tu awayî keç û zaroyên li jêr temena 18 saliyê bi fêl û sozên cuda dixapînin û dibine nava rêxistnê.
Di beşeka din ya îfadên wan gerîlayan de hatîye gotin ku li her yek ji başûr û Bakurê wilat, hewla xwekuştinê di nava rêzên gerîlayan de zehif tê dîtin.
