Sê kesên din li bajarê Silêmaniyê tûşî vayrosa Korona ya nû Kovîd-19 bûn, yek ji wan zaroyekî temen 4 salî ye.
Wezareta tendirustîya Herêma Başûrê Kurdistanê îro roja duşemî 16/3/2020an eşkere kir ku 3 haletên din ên tûşbûnê bi vayrosa Korona ya nû Kovîd-19 li bajarê Silêmaniyê hatine tesbît kirin.
Her wiha dest nîşan kir, yek ji wan tûşbûyan zaroyekê 4 salî ye, her du tûşbûyên din jnin û temen 27 û 45 salî ne û yek ji wan ji malbata wî tûşbûye ku li rojên rabûrî canê xwe ji dest daye.
Li gel van tûşbûyan, êdî hejmara kesên ku hilgirên vayrosa Koronayê ne li tevahîya Herêma Başûrê Kurdistanê gihîşt 37 kesan.