Hikûmeta Başûrê Kurdistanê îro senterê zanyariyên Koronayê ragehand û daxwaz ji welatiyan kir pabendiya temam bi rênimayên Hikûmetê bikin.
Cotyar Adil, peyvdarê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê îro roja pêncişemî 19/3/2020ê ragehand, senterê zanyariyên taybet bi vîrosa Korona ya nû (kovîd-19) hat vekirin ku dê taybet bît bi bersivdana pirsên welatiyan li derbara vê nexweşiyê.
Cotyar Adil, daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênmayên hikûmetê bin ji bo ku rê li zêdetir belav bûna vîrosê bihêt girtin.
Li gor datayên fermî 40 keysên tûşbûnê bi vayrosa Koronayê li Herêma Başûrê Kurdistanê hatine tesbît kirin, piraniya wan di temena 30 bo 39 salîyê dane û 6 keys di temenê 60 salîyê dane û 4 keys zarone, ji vê hejmarê 13 kes sax bûne û vegerîne malên xwe.
Keysên herêma başûrê kurdistanî bi vî awayî ne, 29 li Silêmaniyê, 9 li Hewlêrê û yek li parêzgeha Duhokê û yek li parêzgeha Helebce.