RÊBER EHMED: “WÊ QEYRANÊ DERBAZ BIKÎN Û KESÊN ZÎYAN GIHIŞTIYÊ WÊ WERIN QEREBÛKIRIN”

RÊBER EHMED:"WÊ QEYRANÊ DERBAZ BIKÎN Û KESÊN ZÎYAN GIHIŞTIYÊ WÊ WERIN QEREBÛKIRIN"

Rêber Ehmed: bi fermana Mesrûr Barzanî lijneyek ji bo keysa Koronayê ya Duhokê hatîye pêkanîn û her kesê bi dirist erka xwe eda nekiribe wê were sizadan û encamên lêkolînê wê ji bo xelkê Duhokê eşkere kîn.

Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê îro seredana parêzgeha Duhokê kir û li gel îdareya parêzgehê kom bû, qerebûkirina ziyanvêketiyên lehyan û rêkarên berhingarbûna vîrosa Koronayê gotubêj kirin.

Li ser fermana Mesrûr Barzanî, Serok Wezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê, Rêber Ehmed wezîrê navxwe yê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê îro roja Eynî 20/3/2020an li şûna Serok Wezîran ve seredana bajarê Duhokê kir ji bo ku li ser rêkarên berhingarbûna vîrosa Koronayê û herweha pirsa qerebûkirina ziyanvêketiyên lehyên rojên rabûrî bisekinît.

Rêber Ehmed li gel parêzgerê Duhokê û berpirsyarên ewlehiyê yên parêzgehê kom bû, rêkarên Hikûmetê ji bo berhingarbûna vîrosa Koronayê û pirsa qerebûkirina ziyanvêketiyên lehî û baranan gotubêj kirin.

Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê duh roja pêncşemî kujmê 2 milyar dînaran ji bo qerebûkirina zîyanvêketiyên lehî û baranan terxan kirin, Rêber Ehmed wezîrê navxwe jî îro ji bo nêzîk haydar bûnê li ser rewşa navçeyên zîyan vê ketî seredana wan tax û navçeyên Duhokê û Zaxo kir.

Rêber Ehmed di kongireyeke rojnamevanî da behsa dawî pêşhatên vîrosa Koronayê û rêkarên Hikûmetê yên berhingarbûnê kir, herweha supasiya gelê Kurdistanê ji bo hevkariya wan kir.

Rêber Ehmed got: vîrosa Koronayê kênceke raste rast li ser abûra cîhanê, Îraqê û Kurdistanê heye, hemwext hevrikiyên navdewletî û herêmê kênc li nirxa petrolê kirîye, ev jî bi zîyanek mezin bi nav kir.

Herweha dest nîşan kir, dahatiyê derwazeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi rêjeya 10 heta 20% daketîye û got: her çend ku rewşa abûrî ya ber bi xirabiyê diçe, lê belê Hikûmetê şaneyeka qeyranan çêkirîye ji bo ku bi awayekî guncayî û kêmtirîn zîyan serederî li gel rewşê bihêt kirin.

Li derbara wê keysa Koronayê jî ku li parêzgeha Duhokê eşkere bûye, wezîrê navxwe got: li ser fermana Serokê Wezîran her kesê serpêçîya rênimaîyan biket dê hête sizadan û ji bo keysa Duhokê jî Mesrûr Barzanî ferman daye saziya asayîşa giştî ku her kesê kêmtir xemî encam dabe wê were sizadan ji ber ku çi kes di ser yasayê da nîne û got hikûmet wê gelek a rastgo be û wê derencamên lêkolînê belav ket û kêmtir xemiyê ji ti kesê qebûl nake.

Li derbara baran û lehyên rojên rabûrî jî wezîrê navxwe got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her çend ku rewşa wê ya abûrî guncayî nîne, lê belê bi qasî du milyar dînaran hatîne terxan kirin û ew budce ji aliyê Hikûmetên xwecihî wê were dabeş kirin li ser ziyanvêketiyan.

Bi sedema lehyên rojên rabûrî pitirî 400 xaniyên bajarên Duhok, Sêmêl û Zaxo û hejmareka deverên din yên ser bi parêzgeha Duhokê ve, zîyan pê gihîşt bûn.

RÊBER EHMED:"WÊ QEYRANÊ DERBAZ BIKÎN Û KESÊN ZÎYAN GIHIŞTIYÊ WÊ WERIN QEREBÛKIRIN"

Pustên heman beş