Li Qendîlê di operasyoneka hevbeş a Mît û artêşa dewleta Tirkiyeyê da Xalîde Tariya endama Konseya rêveberiya komalên jinên Kurdistanê (KJK) hat kuştin.
Îro roja Eynî 20/3/2020an çavkaniyên medyayî yên Tirkiyeyê xeber ji kuştina yek ji rêveberên Konseya rêveberiya koma jinên kurdistanê KJK’ê ya şaxa jinan a PKK’ê da.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li Qendîlê li 9ê Adarê, di operasyona esmanî ya Mît û artêşa Tirkiyeyê da Xalîde Tariya bi kod navê “Ayten Amed” ku endama Konseya rêveberiya koma jinên Kurdistanê (KJK)ya qaşo şaxa jinan ya PKK’ê hatiye kuştin.
Li gor agahiyan Xalîde tar di 2017an ji bona endamtiya Konseya rêveberiya KJK hatiye wezîfedarkirin û di heman demê da li qada Qendîlê ya PKK’ê/KCK’ê tevî Ebuzeyd Sakcakê bi kod navê “Elî Kiçî” berpirsyar bûye.