WEZÎRÊ TENDURISTÎYÊ ZENGA XETEREYÊ LÊDA

WEZÎRÊ TENDURISTÎYÊ ZENGA XETEREYÊ LÊDA

Wezîrê Tenduristîya Herêma Kurdistanê d. Saman Berzincî, peyamek belav kir û têde ragihand, Korona gihiştiye nava kolan û taxan da û niha gihîştîne qonaxeke xeter û vîros bi lezgînî belav dibe. Herweha daxwaz dike gelê başûr baştir xwe biparêze.

Di peyama xwe de, d. Saman Berzincî, wezîrê tenduristîya Herêma Kurdistanê tekez li ser vê yekê kir ku niha vîrosa Korona di nava civakî de heye û hemû hevdîtinek dibe bibe sedema pitir belavbûna vîrosa Korona, ji ber vê yekê pêwîste baştir xwe biparêzin.

Ev peyama wezîrê tenduristîya herêma kurdistanê piştî wê yekê hat ku bi helkefta Cejna Nevrozê, beşek ji hem wilatiyên Başûrê Kurdistanê sererayî qedexeya çûn û hatinê lê belê dîsa ji malên xwe derketine û pabendî rênma yên wezareta tenduristîyê nabin, wezîrê tenduristîyê daxwaz dike gel pabendî rênmayan be û li mala xwe dernekevin ji ber ku nêzî bûn ji hev dû pirr xetere.

Li gorey axaftina d. Saman Berzincî, niha vîros bûye tişteke navxwe û hemû kesek berheve tûşî vê vîrosê bibe, jiberku ev vîros niha bi tenê di nava rêvîngan de nîne belku di nava herêmê bi xwe de heye, “hêvî dikîn, hêvî dikîn vê rewşê biparêzîn hêşta ji dest me dernekevtî.

Tê zanîn ku li herêma kurdistanê 47 kes bi vîrosa Korona ketîne, 13 kes ji wan çareser bûne ji vê vîrosê û kesekê jî canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş