BALEFIRÊN TIRKIYÊ DEVERÊN BERWARÎ BALA Û ÇENDÎN GUNDÊN DUHOKÊ BORDOMAN KIRIN

BALEFIRÊN TIRKIYÊ DEVERÊN BERWARÎ BALA Û ÇENDÎN GUNDÊN DUHOKÊ BORDOMAN KIRIN

Di kirîza qedexeya derketinê û belavbûna vîrosê Koronayê de, îro balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê livînên Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê, li navçeyên Berwarî Bala û Nêrwe û Rêkan borodman kirin, xelkê wan navçeyan jî ji nêzîkbûna PKKê bo Gundên xwe dilgiranin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê diyar kirin, îro roja duşemî 23/3/2020ê balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê bo çendîn carên cuda, livînên Gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê, li sînorê parêzgeha Duhokê boroman kirin, lê belê heya niha nehatiye zanîn çend ziyan gihîştîne PKKê.

Herweha dest nîşan kir, borodmanê li demjimêr 9:30 sipêdê li Geliyê Dêra li sînorê Gundê Bêşîlê li navçeya Berwarî bala, dest pê kir û paş ji demjimêr 10:00 heta 10:20 xulek borodman li 5 Gund û navçeyan hat kirin, ji wan navçeya Nihişkê navbera Gundên Sîte û Bêsepê da li navçeya Rêkan, serê çiyayê Mam Reşa li hindavî gundê sîte li heman navçeyê, herweha gundê Sîte bi xwe.

Her weha li sa’et 11:30 sipêdê jî balefirên dewleta Tirkiyê moşkek arastey şikefta Geliyê Gundê Sergela kevin li devera Nihêlê kir.

Çavkaniyên “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê herweha amaje kirin, çiyayê Elhê yê hindavî Gundê Elhê li navçeya Nêrwe ket ber bordomana balefirên Tirkiyê herweha Geliyê reşave li devera Nihêlê.

Her çend ku Herêma Başûrê Kurdistanê li van roja de di qedexeya derketinê de derbas dibe ku bi sedema belavbûna vîrosa Koronayê ye, lê belê êrîşên balefirên Tirkiyê li ser Gund û navçeyên Başûr nehatine rawestandin, gelê navçeyên  ketîn ber bordomanê ji nêzî bûna Gerîlayên PKKê bo nav Gund û aqarên xwe nerazîne û daxwaz dikin ku ji bo ku Gund û Terş û Tewalê wan ji dest dirêjiyên Tirkiyê parastî bin, baştre Gerîla xwe nêzî sînorê Gundên wan nekin.

PKK,ê ji havîna îsal livînên xwe bi awayekî dike ku bi mebest xwe nêzî Gundên Başûrê Kurdistanê dike, ji bo ku balefirên Tirkiyê wan Gundan Bordoman bike, her weha çendîn caran xwe nêzî wan navçeyên ku palawgehên petrolê lê hene kirîne ku ev yek bûye sedem ev palawgeh bikevin ber bordomanên dewlta Tirkiyê.

Pustên heman beş