Rêvebrê giştî yê tenduristiya bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê aşkere kir, 9 kesên bi vîrusa Korona ketî baş bûne û vegeryane malên xwe.
Rêvebrê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand îro roja duşemî, 9 kesên li bajarê Silmaniyê pêş niha bi vîrusa Korona ya nû ketî baş bûne û vegeryane malên xwe.
Pêştir jî li bajarê Silêmaniyê 13 kesên din yên ku bi vîrusa Korona a nû kovîd-19 ketibûn baş bûbûn û vegeryabûn malên xwe.
Li 24 saetên rabûrî de li Başûrê Kurdistanê 22 kesên din bi vîrosa Korona Ketîne.
Li gor dawî amarên wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê (76) kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine û ji nava wan (1) haleta mirinê heye.