MESRÛR BARZANÎ: “EW LI XETA PÊŞIYÊ NE JI BO KO HÛN BI SILAMET BIN”

Serok wezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê îro peyamek belav kir û têde daxwaz ji gelê Başûrê Kurdistanê kir, pabendî rênimayan û qedexeya derketinê bibin ji bo ko jiyana hewe û ezîzên hewe û hemû Kurdistanîyan parastî be.

Ev jî tekista peyama Mesrûr Barzanî ye:

Bi navê xudê mezin û dilovan

Kurdistaniyên xweştivî

Daxwazê ji hewe dikim ku xetera vayrosê Koronayê gelek bi ciddî werbigirin, ji bo ko jiyana hewe û ezîzên hewe û hemû xelkê Kurdistanê bi silamet be, daxwazê ji hewe dikim pabendî rênimayên wezareta tendirustiyê û wezareta navxwe bibin, ev berêze ji dixtor, wezîfedar û polîs û asayîşê li xeta pêşiyê xizmetê dikin da ko hûn bi silamet bin, daxwazê ji hewe dikim hûn jî hevkarên wan bin.

Hikûmeta herêmê çendîn tedibîr li xalên sînorî û li nava Kurdistanê jî girtîne ber ji bo ko hûn zêdetir di parastî bin, qedexeya derketinê heta 1/4/2020an hatîye dirêj kirin, daxwazê ji hewe dikim li malên xwe bimînin û peywendiyên xwe sînor dar bikin.

Hêvî ji hewe dikim serpêçîya rênimayan nekin, çunke ne tenê wê jiyana hewe belko wê jiyana hemû ezîzên xwe û Kurdistanîyan bêxin di xeterê de, hêvîdarim pêkve bikarîn li ber sînga vê nexweşiyê bi rawestîn û nehêlîn belav bibe, hevkarîya hewe û piştevanîya hewe wê bibe sedem ko rê li belav bûna vê nexweşiyê bê girtin.

Pustên heman beş