ZAROYEKE KURD BI VÊ NEXWEŞIYÊ MIR

ZAROYEKE KURD BI VÊ NEXWEŞIYÊ MIR

Zaroyeke Kurd bi sedema vîrosa Korona ya nû canê xwe ji dest da, ev jî bi keyseke degmen tê hejmartin ji bo ku weke Dixtor dibêjin zaro pêtir parastî ne.

Herêma Xurasanê li Bakurê Îranê ku hejmareke herî zêde ya kurdan lê dijîn, di ragihandinekê da belav kir, heta niha 189 kes li parêzgeha Xurasanê bi vîrosa (Kovîd-19) canê xwe ji dest dane, îro jî zaroyek temen 6 sal bi heman sedemê can ji dest da.

Dest nîşan kir, li Herêma Xurasanê heta niha 99 kes ji vîrosê sax bûne, lê belê di 24 demjimêrên rabûrî da 19 kesan canê ji dest dane, yek ji wan zaroyek  temen 6 salî ye.

Tê zanîn biçûktirîn qurbaniyê vîrosa Koronayê li cîhanê zaroyek 3 salî bû ku li bajarê Wuhan yê Herêma Hobî ya Rojhilata Çînê bû, ev jî bi duwem qurbanî tê hejmar kirin.

Li gor wezareta tendirustiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, îro roja Sêşemî 24/3/2020ê Tûşbûna 2 zaroyan bi vîrosa (Kovîd-19)ê hat tesbît kirin.

Ji rûyê tomar kirina keysên zor yên mirinê, Îran paş her yek ji welatên Italia û Çînê li asta cîhanê tê, anku li rêza sêyan, heta niha hejmara tûşbûyên wê gihişitîye 23 hezar û 49 kesan û hezar û 376 kes jî sax bûne, hezar û 812 keysên mirinê hene.

Pustên heman beş